Hauptseite » 2012 » Februar » 8 » Sûriye çima ewqas ji Rûsyayê re girîng e?
13:07
Sûriye çima ewqas ji Rûsyayê re girîng e?

MOSKOW - Hêzên Rojavayî piştî hilweşandina rejîma Qeddafî ya li Lîbyayê, vê carê dest bi zêdekirina zextên li ser rejîma Sûriye a ku bi salane bi wan re di nava yekgirtinê de ye, kirin. Lê wer tê dîtin ku sernayoya ji bo Lîbyayê hatibû amadekirin, ji Sûriyeyê re nabe. Rûsye li aliyê rejîma Beşar el Esad cih girt û tevî Çînê du carana pêkanînên li hemberî Sûriyeyê di Konseya Ewlekariya NY’yê de veto kir. Gelo çima Sûriye ewqa ji bo Rûsye girîng e.

Rejîma Beasê ya ku 40 sal in li Sûriyeyê li ser desthilatiyê ye, nikare heta dawiyê li ser desthilatiyê bimîne. Şoreş û raperînên gel ên li Tûnis û Misirê dest pê kirin, li rastî destlêwerdana hêzên Rojavayî hat û di bin navê şoreşa li Lîbyayê de komkujî pêk hatin. Konseya Demkî ya Neteweyî ya Lîbyayê ku Rojavayiyan wana weke şoreşger û laîk nîşan didan, piştî hilweşîna rejîma Qeddafî şerîet ragihand. Jixwe beriya bi piştgiriya NATO’yê Qeddafî were lînçkirin û kuştin, Îngilîstan, Franse û welatên din li ser çavkaniyên petrolê yên li Lîbyayê li hev kiribûn.

HESABÊ QIRÊJ Ê LI LÎBYAYÊ RONÎ BÛ

Li Lîbyayê ji şerê çekdarî zêdetir, şerek qirêj ê çapemeniyê pêk hat. Dîmenên sexte hatin çêkirin, Qeddafî weke cenawirek ku gel qet jê hez nake, nîşan dan. Her wiha hate îdîakirin ku bi hezaran kes ji aliyê rejîmê ve hatin kuştin. Konseya Demkî ya Neteweyî di rojên pêşî de îdîa kir ku 6 hezar kes ji aliyê rejîmê ve hatin kuştin. Lê rêxistinên mafê mirovan ev jimar daxistin 200-300 kesî. Ligel vê jî NATO’yê bajarê Sîrteyê bi bombeyan bi erdê ve kir yek. Zêdetirê hezar kesî hatin kuştin. Komkujiyên ku di bin navê şoreşê de hatin kirin, di rapora Rêxistina Efûya Navneteweyî de aşkere dibin. Rêxistinê ragihand ku gelek kesên hatin giritn bi îşkenceyê hatin kuştin, şervan û alîgirên Qeddafî bi îşkenceyên dijwar re rû bi rû man.

Hesab, suc û lîstokên hêzên Rojava yên li Lîbyayê aşkere bûn. Kesên ku bi êrişê rejîma Qeddafî kirin, bi dehan sal bûn, bi rejîma Lîbyayê re di nava hevkariyê de bûn. Jixwe dihate gumankirin ku Serokkomarê Franse Nicolas Sarkozy di hilbijartina 2007’ê de ji aliyê Qeddafî ve hatiye fînansekirin. Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan beriya şerê li Lîbyayê, ji Qeddafî madelyaya mafê mirovan wergirt û Qeddafî bi destê xwe ew madelya bi stûyê Erdogan ve kir. Piştî ev bûyer di adara 2011 de li Sûriyeyê dest pê kirin, Qeter û Tirkiye dest bi avakirina konseyeke muxalîfan li Stenbolê kirin. Kesên ku heta duh li hemberî komkujiyên li Sûriyeyê bê deng diman, di carekê de bûn "parêzvanên mafê mirovan.”

HESTÊN MIROVAHÎ NE LI BA TIRKIYE NE JÎ LI BA WELATÊN ROJAVA HEYE

Lê Sûriye li gorî hesabên wan çênebû. Hate dîtin ku lîstokek ji ya Lîbyayê telvîlevtir û xetertir li Sûriyeyê heye. Li vir, Rojavayî Îran û Rûsyayê yekser dikin hedef. Weke li Lîbyayê, ji destpêka xwepêşandanên li Sûriyeyê ve ajansên Rojavayî dest bi manîplasyonên li Sûriyeyê kirin. Binpêkirinên mafan ên li Sûriyeyê, bi rêya saziyeke girêdayî Birayên Misilman û navenda wê li Londonê ye, belav dikin. Rayedarên Rojavayî daxuyanî li ser daxuyaniyê didin, her roj Sûriyeyê şermezar dikin û pêkanîna li hemberî Esad pêk tînin. Lê di sala 2004 de li Qamişloyê bi dehan Kurd ji aliyê rejîma Esad ve hatibûn kuştin û Rojavayî li hemberî vê yekê bê deng mabûn. Di 28’ê berfanbara 2011 de balafirên şer ên artêşa Tirk bi fermana Enqereyê 34 zarok û ciwanên Kurd qetil kir. Dest ji şermezarkirinê berde, hikûmetên Rojavayî tenê daxuyaniyek jî der barê vê yekê de nedan. Ev yek jî nîşan dide ku tu hestên mirovahî bi Tirkiye û ne jî bi rojavayiyan re tune.

HEBÛNA DAWÎ YA LI ROJHILATA NAVÎN

Li Sûriyeyê şerê qirêj ê agahiyan belav dibe, ji bo dahata Sûriyeyê, pozîsyona Rûsyayê pir girîng e.Bi heman rengî, Sûriye ji bo Rûsya pir girîng e. Ji ber ku Rûsye dixwaze hebûna xwe ya li Sûriyeyê biparêze, ji ber wê jî dest ji rejîma Esad bernade. Jixwe di serdema Yekitiya Sovyetê de jî, yekîneyên deryayî yên li derveyê axa Sovyetê, tenê li ser axa Sûriyeyê hebûn.

Di cotmeha 2011 û 4’ê sibata 2012 de, Rûsyayê di Konseya Ewlekarî ya NY’yê de pêşnûmeya li hemberî Sûriyeyê du caran veto kir. Rûsye muxalîfên Sûriyeyê red dike û ji bo xwe tenê alîgiriya rejîma Esad weke vebijarkekê dibîne. Beriya her tiştê, 40 sal in ku Rejîma Baasê û Rûsya di nava têkiliyên pir kûr û xurt de ne. Ji bo aboriyê jî bikirek baş ê Rûsyayê ye. Bazirganiya di navbera her du welatan de, ji salên 2004 heta 2008’ê ji 220 milyonan, gehişt 2 milyar dolarî. Her du welatan bi hev re gelek projeyên rêyên hesinî, deryayî û tursîmê pêş xistin.

Alîkariya ku Rûsya dide Sûriyeyê jî xwe dispêre faktorên sratejîk jî. Rûsya dixwaze hebûna xwe ya li Rojhilata Navîn biparêze. Di dema Şerê Sar de, gelek hevkarên Yekitiya Sovyetê hebûn, lê niha ji bilî Sûriyeyê tu kesek din nemaye. Her wiha Rûsya dixwaze baregeha xwe ya leşkerî ya li Tartûsê mezin bike.

BORÛYA GAZÊ

Ger Rûsya li Rojhilata Navîn Sûryeyê jî wenda bie, dê hebûna xwe ya li Rojhilata Navîn jî wenda bike. Li gorî analîstan, ger Rojavayî Sûriyeyê bixin di bin kontrola xwe de, dê li lûleya xeta gazê di vir re derbas bikin. Rojavayî li şûna gaza Rûsan, dê berê xwe bidin gaza Kendav û welatê Asyayê. Ev yek jî tê wateya têkçûna aboriya Rûsya û Gazpromê.

ÇÎN JÎ DÊ QASID BIŞÎNE HERÊMÊ

Piştî ku Rûsya pêşnûmeya li hemberî Rûsyayê veto kir, Wezîrê Karên Derve yê Rûs Sergey Lavrov, di 7’ê sibatê de çû Şamê û diyar kir ku Sûriye ji bo referandûma makeqanûna nû re amade ye. Piştî vê helwesta Rûsyayê, êdî çav vegeriyan ser Çînê. Hate diyarkirin ku Çîn jî dixwaze qasidek bişîne herêmê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê Liu Weimin diyar kir ku ew hêvîdar in ku navbeykariya Rûsyayê "bi kêr” bê û ragihand ku ew ê ji bo bikaribin rol di aşitî û çareseriya herêmê de bileyîzin, qaside bişînin Sûriyeyê, lê belê dîroka şandina qasid diyar nekir.

Lê daxuyaniyên Rûsyayê yên bi awayê "Sûriye dê dawî li êrişan bîne û referandûma makeqanûnê pêk bîne” Rojavayiyan aş nake. Êdî her kes li benda wê yekê maye ka dê Esad makeqanûnan nû bixe meriyetê, dawî li tundiyê bîne an na.



ANF NEWS AGENCY

Aufrufe: 322 | Hinzugefügt von: MihoKurd | Bewertung: 0.0/0
Kommentare insgesamt: 0
avatar